10 Rebiülahir 1448 Hicri

Regaib Kandili 80 gün sonra
Online İlahi

Susa

Bilal Güler

Çend sal bûrî hê ez birîndârim, Ji kêlekê nexweş û bîmârim, Ji çav û dil hêstiran dibarim, Li ser Sûsa wek goyîn di zârim! Ders û te‘lîm ji wehya îlâhî, Da ser welat pê nûr û ronahî… Mizgevt kirin mu’minan penahî, Wek bilbilên gulîstan bi şahî… Sûsa, Sûsa… tu warê ‘egîda! Sûsa, Sûsa… beheşta şehîda! Sûsa, Sûsa… tu mizgîna ‘îda! Sûsa, Sûsa… cenneta şehîda! Tu dozvânê Îslâm û Qur’anê, Bûyî cî yû wârê serhildanê! Derbas bûyî ji jîna cîhanê, Gihaştîyî tu, te’ma îmanê! Li Sûsa’ya Silîva şevek reş, Hicûm dan ser dil xayînên qelleş… Yek yek çinîn, gulên gulzâra geş; Ji ew ro man, bilbil jâr û nexweş!.. Sûsa, Sûsa… tu warê ‘egîda! Sûsa, Sûsa… beheşta şehîda! Sûsa, Sûsa… tu mizgîna ‘îda! Sûsa, Sûsa… cenneta şehîda! Muminên heq natirsin ticarî, Li ser ‘erdê kes bi wan nikârî! Gav nadin paş, ger bin parî parî, We da dinyê xweşik ev hinarî! Qetlî‘amek rakirin Yezîdan, Xwestin qut kin dengê Huseynîyan… Li mala Xweda xuyn rijandin hovan, Xweda le‘net bibarîne li wan!

Paylaş

WhatsApp Facebook X Telegram E-posta

Yayınlanma: · Son güncelleme:

İçerik / Telif Bildirimi

Kaynak: ilahisozleri.net